Îsraîl, alîkariya mirovî disîne Ukraynayê
PeyamaKurd- Li gorî rojnameya Times of Israelê, rayedarên Îsraîlê di çarçoveya alîkariyên mirovî de dê jenerator, derman û alavên tenduristiyê bişînin Ukraynayê
Li ser alîkariya mirovî, rayedarekî Îsraîlî ji rojnameyê re axivî û got,
"20 jeneratorên mezin ên bi buhayê nêzî milyonek dolarî wê di ser Ewropayê re ji Ukraynayê re bên şandin. Bernameya geşepêdana navneteweyî ya MASHAV'ê ya Îsraîlê jî dê di demeke nêzîk de derman û alavên pizîşkiyê yên bi qasî milyonek dolarî bişîne Ukraynayê. "
Rayedarê Îsraîlî diyar kir ku rêveberên Îsraîlê jî difikirin ku balyozxaneya xwe ya li Kievê, bi awayekî daîmî vekin.
Her wiha diyar kir ku Wezareta Karen Derve ya Îsraîle ji bo ku ev biryar were dayîn, bi Saziya Îstixbarata Navxweyî ya Îsraîle Shin-Bet (Şabak) re di nav dan û stendinê de ye.
Wezîrê Karên Derve yê Ukraynayê Dmîtro Kuleba jî ragihand ku wan li ser şandina kelûpelên enerjiyê, ji 12 welatan û bi taybetî bi Îsraîlê re ji bo Kievê li hev kiriye.