Îsraîl amadekariya operasyoneke berfireh a bejayî li Lubnanê dike
PeyamaKurd - Li gorî rayedarên Îsraîlî û Amerîkî, hikûmeta Tel Avîvê plan dike ku operasyona xwe ya bejayî li Lubnanê bi giringî berfireh bike. Armanca sereke ya vê pêngavê kontrolkirina tevahiya herêma başûrê Çemê Lîtanî û hilweşandina binesaziya leşkerî ya Hizbullahê ye.
“Stratejiya Xezeyê” li Lubnanê
Karbidestekî payebilind ê Îsraîlî di hevpeyvînekê de li gel malpera nûçeyan a Amerîkî Axiosê, derbarê tundiya operasyona nû de daxuyaniyeke baldar da û got:
Em ê li Lubnanê heman tiştî bikin ku me li Xezeyê kir.”
Rayedar diyar kir ku her avahî an cihê ku Hizbullah çekan lê vedişêre dê bibe hedefa wan a rasterast. Pispor hişyar dikin ku ev yek dikare bibe sedema dagirkirineke demdirêj a başûrê Lubnanê.
Êrîşa Hizbullahê û planên Îsraîlê guhertin
Heta çend roj berê hikûmeta Benjamîn Netanyahû hewl dida ku rageşiya li Lubnanê sînordar bike da ku bala xwe bide ser şerê li dijî Îranê. Lê belê, êrîşa Hizbullahê ya roja Çarşemê (11ê Adarê), ku tê de zêdetirî 200 roket avêtin Îsraîlê, ev stratejî guhert. Karbidestekî Îsraîlî destnîşan kir:
Berî vê êrîşê, em ji bo agirbestekê li Lubnanê amade bûn. Lê niha ji operasyoneke berfireh veger tune ye.”
Sewqiyata Leşkerî û Gazîkirina Yedekan
Sewqiyata leşkerî
Artêşa Îsraîlê sê firqeyên zirxî û piyade li ser sînorê Lubnanê bi cih kirine. Duh, roja Înê (13ê Adarê) artêşê ragihand ku wan hêzên nû şandine herêma sînor û ji bo berfirehkirina operasyonê hejmareke zêde ya leşkerên yedek gazî kirine. Armanc ew e ku hêzên Hizbullahê ber bi bakurê Çemê Lîtanî ve werin dûrxistin û depoyên çekan ên li gundan werin rûxandin.
Tê ragihandin ku rêveberiya Donald Trump piştgiriyê dide operasyona Îsraîlê ya ji bo bêçekkirina Hizbullahê, lê di heman demê de daxwaz dike ku zirarê negihîje saziyên dewletê yên Lubnanê. Washington her wiha teşwîq dike ku piştî şer danûstandinên rasterast di navbera her du welatan de werin destpêkirin.
Li aliyê din, hikûmeta Lubnanê di nav fikaran de ye û hişyarî dide ka çêdibe ev pêvajo welat ber bi wêraniyeke berfireh ve bibe.