Îsraîl bo Lubnanê: “Em ê derba mirinê li Lubnanê bixin”
PeyamaKurd- Serokkomarê Îsraîlê Reuven Divlin bo çapemeniya Îsraîlê ragihand; eger Hîzbûllaha Lubnanê li dijî Îsraîlê tevegerekî nexweş bikê, wê derba mirinê li Lubnanê bixin.
Rivlin li bajarê Qudsê di bernameyekî de axifî û weha got:
“Eger Hîzbûllah a Lubnanê Îsraîlê bike hedefa xwe û li dijî me bikeve nava tevgerekî, wê ji kiryarê Lubnan û hukumeta wê berpirs be. Îsraîl, dijminê wê her li ku derê be, em bê tereddut derba mirinê lê dixin. Em ji şer qet natirsin. Artêşa Îsraîlê her dem amade ye û wê bersiva her êrîşê bide.”
Rivlin di beyana xwe de îşaretê bal bi Hîzbûllahê de da û got ku Hîzbûllah bo wan tehdîde û axaftina xwe weha dewam kir:
“Heya Hîzbûllah li Lubnanê hevkarê hukumeta Lubnanê be, Lubnan û hukumeta Lubnanê, wê ji her tevgera ku li ser axa me bibe, berpirs be.”