Îsraîl: Êdî paytextên Ewropayê ketine menzîla moşekên Îranê
PeyamaKurd - Rêveberê Giştî yê Wezareta Berevaniyê ya Îsraîlê Eyal Zamir ragihand: “Êrîşa bi moşekan a Îranê li ser bingeha leşkerî ya hevpar a Amerîka û Brîtanyayê li Girava ‘Diego Garcia’yê wê rastiyê îspat dike ku paytextên girîng ên Ewropayê, ji wan jî Berlîn, niha ketine bin armanc û mewdaya moşekên Îranê.”
Rêveberê Giştî yê Wezareta Berevaniyê ya Îsraîlê da xuyakirin: “Îranê moşekeke balîstîk a du-qonaxî ya parzemînî ceriband, ku menzîla wê digihîje 4 hezar kîlometreyan û armanceke Amerîkayî li Girava ‘Diego Garcia’yê hingaft.”
Zamîr destnîşan kir ku, welatê wî dê stratejiya xwe ya "lêdana serê mar" bidomîne heya ku ewlehî û aramî ji bo herêmê vedigere û ragihand: “Îsraîl li gorî planeke berfireh û xurt dixebite; me berê êrîşî hundirê Îranê kiriye û niha jî em ji bo xurtkirina berevaniya xwe li eniya bakur di hişyariya herî bilind de ne.”
Eyal Zamîr, bal kişand ser têkiliyên di navbera Îran û komên çekdar de û got: “Hizbulah rêxistineke terorîstî ye û wekîleke sereke ya rejîma Îranê ye. Her ku em zextê li ser Îranê zêde bikin û Tehranê lawaz bikin, ewqasî jî Hizbulah lawaz dibe.”
Eyal Zamir tekez kir ku, artêşa Îsraîlê dê hemû pêngavên pêdivî ji bo dûrxistina xeteriyan ji sînorên xwe wekî sengerekî berevaniyê di navbera sivîlan de biavêje û dê her gefeke li wan bê kirin rawestîne.