Cîhan
Îsraîl: Em dikarin Besar Esed bikujin!
PeyamaKurd- Wezîrê Enerjiyê yê Îsraîlê Yuval Steinitz got ku heke Îran axa Sûriyê ji bo êrîşî me bike bi kar bîne, em ê Serokomarê Sûriyê Beşar Esed bikujin û rejîma Sûriyê hilweşînin.
Wezîrê Enerjiyê yê Îsraîlê Yuval Steinitz ji çapemeniya Îsraîle re axivî û wiha got: “Heta niha Îsraîlê xwe tevlî şerê navxweyî yê Sûriyê nekir. Lêbelê heke Serokomarê Sûriyê Beşar Esed destûra Îranê bide ku li nava axa Sûriyê operasyonan bike, Îsraîl jî wê wî tasfiye bike û rejîmê ji holê rake.
Van rojên dawî di navbera Îran û Îsraîlê de gengeşiyeke zêde heye û her du dewlet jî gefên giran li hev dixun.