Îsraîl: Ev yasa Iraq û gelê wê ji rastiyê qut dike
PeyamaKurd – Îsraîl bi daxuyaniyekê biryara derxistina yasaya qedexekirina pêwendiyan li parlamentoya Iraqê şermezar kir û biryar weke yasayeke dûrî rastiyê bi nav kir.
Li gor Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê bi daxuyaniyekê da zanîn: “Em biryara Parlamentoya Iraqê ya pesendkirina yasaya li dijî asayîkirina pêwendiyan û sepandina sizayê darvekirinê bi ser her kesekî pêwendiya wî ligel Îsraîlê hebe, şermezar dikin.”
Îsraîlê eşkere kir: “Ev yasa Iraq û gelê wê ji rastiyê qut dike, serkirdeyên ku rêya rik û handanê hilbijart, zirar gihande gelê xwe.”
Herwiha di beşeke din a daxuyaniyê de Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê ji gelê Iraqê daxwaz kir ku “piştevaniya vê helwesta tundrewiyê nekin.”
Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê destnîşan kir: “Rêkeftinnameyên aştî û asayîkirina pêwendiya dewletên Ereb ligel Îsraîlê, aramî û vejîn e ji bo gelên navçeyê û siberoja Rojhilata Navîn desteber dikin.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, roja Pêncşemê 26ê Gulana 2022yan Parlamentoya Iraqê projeyasaya qedexekirina asayîkirina pêwendiyan ligel Îsraîlê bi piraniya dengên amadebûyan pesend kir.