TR KU SO
FB X
Cîhan

Îsraîl: Hevdîtina bi Îranê re ne rast e

Admin M
Nivîskar
📅 31 tebax 2019 00:35

PeyamaKurd- Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netenyahû ragihand ku her diçe êrîşên Îranê di herêmê de zêde dibin û bo serokê Fransayê Emmanuel Macron got ku di vê pêvajoyê de rast nîne ku bi Tehranê re hevdîtin bênkirin. Li gor ragihandina baregeha çapemeniyê ya serokwezîrtiyê Macron û Netenyahû bi rêya telefonê li ser pêşdeçûnên herêmê axifîn. Axaftin li ser daxwaza Fransayê çêbû û Netenyahî got ku li dijî her êrîşê, wê Îsraîl xwe biparêze. Netenyahû weha got:

“Îran di herêmê de êrîşên xwe zêde dike û ne wextê hevdîtina bi Tahranê re ye.”

Parve bike: