Cîhan
Îsraîl hêzên leskerî bi ser sînorê Lubnanê sewq dike
PeyamaKurd- Artêşa Îsraîlê bi sedema ku dibe her dem di navbera Hîzbûllah û Îsraîlê de şerekî derê, leşkerê teqwiye şand ser sînorê Lubnanê. Îsraîlê bi balafirên bêmirov êrîş kiribû ser Lubnanê lewra ditirse ku di navbera wan û Îsraîlê de şer derê.
Li gor çapemeniya Îsraîlê; bi sedema nexweşbûna navbera wan, artêşa Îsraîlê tank, top û gelek leşkeran şand ser sînorê Lubnanê. Balafirgeha bi navê Kriyat Şimona ku dikeve ser sînorê Lubnanê, girt. Artêşa Îsraîlê ferman da ku heya fermaneka dinê hêzên wan yên ser sînorê bakûr wê li ciyê xwe bimînin.
Îsraîlê hefteya borî 2 balafirên bê mirov şandibû başûrê Beyrûdê, Banliyo ya Dahyayê û êrîş kiribûn navenda medyayê ya Hîzbûllahê. Li ser bûyerê serokê Hîzbûllahê Nasrallah Îsraîlê tehdîd kiribû.