Cîhan
Îsraîl: Hîzbûllah dezgeha fuzeyan ava dike
PeyamaKurd- Îsraîl ragihand ku Hîzbûllaha Beyrûdê nêzî baregeha Lubnanê ya Refîq Herîrî, kiriye armanc ku 3 dezgeyan ava bike da roketan bike fuze ku di bejayiyê de bandora wan fuzeyan zêde heye.
Di beyana artêşa Îsraîlê de wêneyên ku ji hewa hatine kirşandin jî hene û di beyanê de weha dibêje:
“Ev nîşane ku Îran hêzên xwe yên leşkerî li herêmê dicivîne û bandora Îranê ya neyîniye.”
Netenyahû jî di civîna Neteweyên Hevgirtî de wêneyan nîşanî civatê da û got;
“Îsraîl dizane hun çi dikin, li ku radizên û wê nehêle hun ji vê rizgar bibin.”