TR KU SO
FB X
Cîhan

Îsraîl: Îran ji bo hebûna me tehdîd e!

Admin V
Nivîskar
📅 29 hezîran 2018 15:07

PeyamaKurd- Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu got ku Îran ji bo hebûna me tehdîda herî mezin e û em ê vê tehdîdê bisekinînin.

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu di mezûniyeta pîlotên Baregeha Hewayî ya Hatzerimê de axivî û got ku Îran ji bo dewleta me talûkeyeke pir mezin e.

Netanyahu wiha berdewam kir: Îranê li ser ala xwe işaret kiriye ku Îsraîlê tune bike. Wan sund xwariya ku me tune bikin. Ez vê yekê eşkere dibêjim: “Em nahêlin ku Îran çekên nuklerî çêbike. Îran dixwaze ku Sûriyê li dijî me wekî sîleh bi kar bîne. Lê belê em destûra vê yekê nadin. Em ê van tevgeran hemiyan bisekinînin. Serokê Amerîkayê Donald Trump jî fêhm kir ku peymana nûklerî ya bi Îranê re, gaveke pir xetere ye û ji ber vê yekê xwe ji peymanê kişand. Bi vî rengî Amerîkayê derbeke mezin li xwestekên Îranê yên li herêmê dan.”

Parve bike: