TR KU SO
FB X
Cîhan

Îsraîl | Ji 6 girtiyên Filîstînî yên reviyabûn du girtiyên mayî jî hatin girtin

Admin H
Nivîskar
📅 19 îlon 2021 13:28

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hêzên Îsraîlî îro danê sibê, du girtiyên dawî yên Filistînî ku ji girtîgeha Gilboa reviyabûn girtin.

Roja 6ê Îlonê 6 girtiyên Filistînî bi rêya kolandina tunelekê di bin girtîgehê re, ji zîndana Cilboa ya Îsraîlê reviyabûn.

Hêzên Îsraîlê 4 kesên reviyabûn girtibûn û îro danê sibê jî bi operasyonekê 2 kesên mane (Eyhem Kememcî û Munadil Nufêat) li rojhilatê bajarê Jenîn girtin.

Hat zanîn ku hêzên Îsraîlê malek li Jenînê dorpêç kirin û xwestin ku hemû kesên tê de derkevin û xwe radest bikin, piştre pevçûna çekdarî dest pê kir û di encamê de Eyhem Kememcî û Munadil Nufêat hatin girtin

Parve bike: