Cîhan
Îsraîl: Li pist teqînê dibe Îran hebe
PeyamaKurd – Wezîrê bergiriyê yê Îsraîlê Benny Gantz ragihand ku di Derya Ummanê de di wexta ku keştiyeka Îsraîlê derbas bû teqîn çêbûye û dibe ku teqîn bi desteka Îranê bûbe.
Gantz, axaftina xwe bo rêxistina giştî ya weşanê ya Îsraîlê (KAN) kir. Gantz got ku Îran dixwaze avahiyên bingehîn û hemwelatiyên Îranê bike hedef û weha dewam kir:
“Keştî nêzî Îranê bûye û fikra ku li pişt bûyerê Îran heye zêdetir dibe. Lê ev şiroveya min e. Li ser bûyerê lêpirsîneka fireh dewam dike.”
Keştiya kargoyê ya Îsraîlê roja înê di wexta di Kendava Ummanê de derbas dibû teqîn çêbûbû lê zereka canî çênebû bû.