TR KU SO
FB X
Cîhan

Îsraîl: Me tuneleke 15 kîlometran hilwesand û 9 bingehên Hemasê bombebaran kir

Admin H
Nivîskar
📅 17 gulan 2021 19:52

PeyamaKurd - Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan di nav de navenda îstixbarata leşkerî jî tê de 9 baregehên Hemasê yên li Xezayê û tuneleke Hemasê ya 15 kîlometran dirêj bombebaran kiriye. 

Hat ragihandin ku balafirên hêzên asmanî yên Îsraîlê, ji doh şevê din ve gelek cihên Hemasê li Xezayê bombebaran kirine. Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan tuneleke Hemasê 15 kîlometran dirêj jî hilweşandiye û  tevî 9 bingeh û avahiyên leşkerî 35 armanc bombebaran kirine.

Herwiha hat îdiakirin ku avahiyên bûne armanca êrîşa Îsraîlê cihê mayîna fermandarên Hemasê yên tabûrên Beyt Hanun û Sabara bûne. 

Ji bo bidawîkirina şer û aloziya navbera Filîstîn û Îsraîlê, li aliyekî jî hewldan berdewam dikin ku di serî de Amerîka banga aramkirina rewşê dike.

Wezîrê Derve yê Amerîka Anthony Blinken, li ser mijarê bi hemkarên xwe yên Misir, Siûdî, Qeter û Fransî re pêwendiyên telefonî pêk anîn.

Heta niha di encama moşekbarana Hemasê bi ser Îsraîlê de û di bombebarana balafirên Îsraîlê de, ji herdu aliyan piraniya wan sivîl bi kêmî 197 kes hatine kuştin û hezar 235 jî birîndar bûne.

Parve bike: