TR KU SO
FB X
Cîhan

Îsraîl: Me xwest êrîşê ser tesîsên enerjiya Îranê bikin lê Amerîka nehişt

Admin M
Nivîskar
📅 28 tîrmeh 2026 21:05

PeyamaKurd – Wezîrê bergiriyê yê Îsraîlê Israel Katz, ragihand ku Îsraîl xwestiye êrîşê ser tesîsên Îranê yên enerjiyê bike lê DYA nexwestiye.

Katz ragihand ku DYA gotiye eger Îran bersivê bide, dibe krîza kureyî ya petrolê çêbibe û eger Îran êrîşê Îsraîlê bike, wê Îsraîl bi temamê qeweta xwe bersiva Îranê bide.

Katz, ragihandina ji bo medya cîh kir, behsa koordinasyona navbera Îsraîlê û DYAyê kir û got:

“Balafirên şer yên DYAyê ji bo êrîşê Îranê bikin ji Îsraîlê bi hewa dikevin û Îranî vêya dizanin. Eger Îran êrîşê me bike, em ê bi temamê qeweta xwe bersiva Îranê bidin. Me xwest em li ciyên enerjiyê yên Îranê bixin lê Amerîka îznê neda me.”

Li ser mijara lêdana enerjiya Îranê wezîr Katz weha dewam kir:

“Em gelek dixwazin li ciyên enerjiya Îranê bixin lê DYA niha vêya naxwaze. Ji ber Amerîka endîşe dike ku Îran êrîşê dewletên cîran bike û krîza petrolê derkeve. Em amade ne ku Îranê 40 sal paşde bibin.”

Parve bike: