TR KU SO
FB X
Cîhan

Îsraîl: Rûsya qebûl kir ku êrîsên hewayî yên Îsraîlê dê nede rawestandin

Admin M
Nivîskar
📅 24 cotmeh 2021 00:19

PeyamaKurd – Wezîrê îskanê yê Îsraîlê Zeev Elkin ragihand ku Rûsya qebûl kiriye wê êrîşên Îsraîlê yên hewayî nede rawestandin. Elkin li ser mijara civîna navbera serokwezîr Naftali Bennett û Vladimir Putin ku do li bajarê Soçiyê kirin, ji bo çapemeniya Îsraîlê raveyan kir. Elkin wergera navbera Putin û Bennett kir û got ku li ser têkiliyên navbera dewra Netenyahû û Putin çawabû wê têkiliyekî wisa di navbera Îsraîlê û Rûsya de bimeşe.

Elkin, got ku bi armanca berlêgirtina şerekî li Sûriyê di navbera Îsraîlê û Rûsyayê de mekanizma ku hatibû danîn wê car din dewam bike. Bennett fikra xwe ya li ser bernama nukeerî ya Îranê û bicîhbûna Îranê li Sûriyê bi Vladimir Putin re parve kiriye û wê siyaseta berê bi Rûsya re li ser Sûriyê dewam bike.

Parve bike: