Îsraîl: Sûriye bikeve Golanê em ê cewabeka sert bidin wan
PeyamaKurd- Wezîrê bergigiyê yê Îsraîlê Avigdor Liberman, ragihand ku artêşa Sûriyê tevgereke bo ser Golanê bike, wê bi tundî bersiva wan bidin.
Îsraîl dibêje ku Golanê ji sîlihan safî kirine. Eger artêşa Sûriyê bi sedema ku li hemberê çekdarên muxalif bi pêş de diçe, hêzên xwe li Golanê bicîh bike, wê bersiveka hişk bide wan.
Sûriye heya niha Derayê xistiye destê xwe û bi pêşde diçe. Ji niha û pê de bi îhtîmaleka mezin wê here ser çekdarên muxalif yên li bajarê Kuneytrayê. Kuneytra li devera Golanê ye. Wezîrê bergiriyê yê Îsraîlê Avigdor Liberman di axaftina xwe ya parlementoyê de weha got:
“ Em li gor peymana 1974an peymana navbera me û Sûriyê ya ku şer daye rawestandin disekinin. Em ê ji her xala peymanê re rîayetê bikin. Ger tevgerekî li dijî peymanê çêbibe, wê bi tundî bersiva wê bê dayîn.”
Li gor peymana sala 1974 an ya ku di bin çavdêriya Neteweyên Hevgirtî de hatibû îmzekirin, li ser sînorê ku her dû dewletan ji hev vediqetîne, nabe ku leşker hebin.