Îsraîl: Tirkiyê axa Sûriye, Iraq û Qibrisê dagir kiriye
PeyamaKurd - Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê li ser hesabê xwe yê fermî yê Xê daxuyaniyek belav kir û Tirkiye bi dagirkirina hin beşên ji axa Sûriye, Iraq û Qibrisê tawanbar kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku bi hezaran leşker û bi dehan baregehên leşkerî yên Tirkiyeyê li wan sê welatan hene.
Li gorî zanyariyên ku ji aliyê wezaretê ve hatine belavkirin, Tirkiye ji sedî 36ê axa Qibrisê, ji sedî 5ê axa Sûriyeyê û nêzîkî 2 hezar kîlometre çargoşe ji axa Iraqê (Herêma Kurdistanê) xistiye bin kontrola xwe.
Di daxuyaniyê de Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê hebûna xwe ya leşkerî ya li Sûriyeyê parast û diyar kir ku kontrola wan a li ser herêma tampon demkî ye. Hat ragihandin ku ev herêm tenê ji sedî 0,1ê axa Sûriyeyê pêk tîne û armanca hebûna wan a li wir parastina welatiyên wan e ji gefên ewlehiyê yên ku hatine îsbatkirin.