TR KU SO
FB X
Cîhan

Îsraîl û Brîtanya li dijî Îranê yekdeng in

📅 12 gulan 2018 03:21

PeyamaKurd - Serokwezîra Birîtanya Theresa May û Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû, li ser wê yekê hemfikir in ku pêwîst e civaka navdewletî kar li ser qedexekirina berfirehbûna Îranê li Rojhilata Navîn bike û rê li ber kiryarên wê yên tevliheviyê bigire.

Herwiha herdu aliyan tekez kir ku divê Rûsya desthilata xwe bi kar bîne da ku operasyonên Îranê li Sûriyê rawestîne.

Berî niha jî Birîtanya êrîşên Îranê yên li dijî Îsraîlê şermezar kiribû û gotibû ku mafê Îsraîlê ye serweriya xwe biparêze.

Derengê şeva çarşema derbasbûyî, milîsên Îranî li Sûriyê, bi 20 mûşekên Grad û Fecir êrîşî bingehên serbazî yên Israîlî li Golanê kirin û di encamê de, artêşa Îsraîlê bi firokeyên cengî F15an êrîşî bingehên Îranê yên li nav Sûriyê kir û ziyaneke mezin dayê.

Parve bike: