Cîhan
Îsraîl û Sûdan têkiliyên xwe normal dikin û Sûdan ji lîsta terorê derket
PeyamaKurd – Îsraîl û Sûdan biryarê dan da têkiliyên xwe normal bikin. Bi biryarê re serokê Amerîkayê Donald Trump bo kongreya Amerîkayê xeberê şand ku wî Sûdanê ji lîsteya dewletên an kesên ‘destekê didin terorê’ derxistiye.
Wazareta Darayî ya Sûdanê ragihandibû ku 335 mîlyon dolarê Amerîkayê şandiye ser hesabê Amerîkayê da wan ji lîsta ‘dewletên destekê didin terorê’ derbixe.
Bi sedema ku êrîşên terorî bo ser sefaretxaneyên Kenya û Tanmzanyayê yên Amerîkayê hatibûn kirin, Amerîka Sûdanê berpirs girtibû û Sûdanê xistibû lîsteya ‘dewletên destekê dide terorê’. Sûdan bi tazminata maddî hatibû cezakirin.