Cîhan
Îsraîl û Tirkiyê qasidên xwe kisandin!
PeyamaKurd- Piştî bûyerên li Filistînê navbera Tirkiyê û Îsraîlê xira bû û her du dewletan jî qasidên xwe kişandin.
Ji ber ku di bûyerên li Xazê de gelek kes hatin kuştin Tirkiyê Îsraîl sûcdar kir û ji konsulê Îsraîl yê li Stenbolê Yosef Levi re got; ji bo demekê here welatê xwe.
Di şerê di navbera Îsraîl û Filistînê de 62 kes miribûn û bi hezaran kes jî birîndar bûbûn.
Ji ber ku Tirkiyê bertekên tund dane Îsraîlê, Îsraîlê jî duh ji qasidên Tirkiyê Gurcan Tûrkoglu re got; tu jî qederekê here welatê xwe.