Cîhan
Îsraîl wê hilbijartina pêswext bike
PeyamaKurd- Li Îsraîlê roja hilbijartinan diyar bû. Partiyên koalîsyonê ragihandin ku wê hilbijartinên pêşwext di meha nîsanê de bên kirin. Wezîrê bergiriyê Lieberman meha borî ji wezîfa wezîrtiyê îstîfa kiribû. Bi îstîfa wî re partiya wî jî îstîfa xwe ji koalîsyonê kiribû.
Lieberman û partiya wî Yisrael Beitenu dixwaze siyaseteka reqtir li dijî Fîlîstîniyan bê ajotin.
Hilbijartina qanûnî ya Îsraîlê di meha 11an ya 2019an de ye.