Cîhan
Îsraîlê 19 Filîstînî serbest berdan
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku artêşa Îsraîlê 19 filîstînîyên beriya niha li deverên cuda yên Xezeyê girtibûn, serbest berdan.
19 girtiyên Filîstînê li herêma Kissufim hatine berdan û ji ber tenduristiya wan nebaş bûye ew veguhestine Nexweşxaneya El Eqsa ya bajarê Deir el-Balahê.
Li gorî daxuyaniyên kesên hatine berdan, artêşa Îsraîlê îşkence li wan kiriye û elektrîk dane bedena wan.
Ji 7ê Cotmeha 2023yan destpêka şerê Xezeyê ve artêşa Îsraîlê hejmareke zêde niştecihên deverê girtibûn ku tevî hinek hatine berdan, aqûbeta hinek girtiyan jî nediyar e.