Cîhan
Îsraîlê bi Behreynê re peymanek îmze kir
PeyamaKurd – Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Benny Gantz do têkildarî hevkariyê di warên îstîxbaratî û kirîna amûran û perwerdeyê de, peymanek hevkariya leşkerî bi Behreynê re îmze kir.
Benny Gantz da zanîn, ev peymana lihevkirinê têkiliyên her du welatan ber bi “Asoyên nû” ve pêş dixe.
Gantz di daxuyaniyê de eşkere kir: “Salekê piştî îmzekirina peymanên normalîzekirinê, me peymanek girîng a parastinê ji bo ewlehiya her du welatan û aramiya herêmê îmze kir.”
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Gantz roja çarşemê di yekemîn serdana xwe ya fermî de li Behreynê gihaşt Menamê.