TR KU SO
FB X
Cîhan

Îsraîlê bi fuzeyan êrîsî Sûriyê kir: Kustî û birîndar...

Admin H
Nivîskar
📅 02 hezîran 2019 18:24

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku şevê din çend moşekên Îsraîlê li Sûriyê ketine û di encamê 3 leşkerên sûrî hatine kuştin.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Sûriyê SANAyê êrîşan şevê din li demjimêr 03.22yê şevê dest pê kiriye û çend moşek li dorûbera Girên Golanê ketine û Îsraîlê mewziyên Sûriyê yên Bakurê Rojhilatê Şamê kirine armanc.

Dîsa li demjimêr 04.10an jî çend fuzeyên Îsraîlê li gundewarên Kunaytrayê ketine ku di encamê 3 leşkerên sûrî can dane û 7 jî birîndar bûne.

Li gorî SANAyê hejmarek fuzeyên Îsraîlê ji aliyê sîstemên parastina hewayî ve hatine xistin.

Parve bike: