Cîhan
Îsraîlê biryara agirbestê da!
PeyamaKurd - Piştî ragihandina agirbesteke du-hefteyî ya Serokê Amerîkayê Donald Trump bi Îranê re, hat ragihandin ku Îsraîl jî tevlî pêvajoyê bûye û razî bûye ku bombebaranên xwe rawestîne.
Hûrgiliyeke nû derbarê agirbesta du-hefteyî de, ku bi qasî saetek û nîvek berî bidawîbûna dema ku Trump ji bo Îranê danîbû, hat parvekirin.
Rayedarekî payebilind ê Qesra Spî, ji CNN re axivî û piştrast kir ku Îsraîl jî beşek ji vê agirbestê ye.
Rayedar diyar kir ku Îsraîl razî bûye ku di dema pêvajoya danûstandinan de operasyonên xwe yên hewayî û kampanyaya bombebarana dijwar a li dijî axa Îranê rawestîne.