Cîhan
Îsraîlê di êrîsa ser Xezzayê de 3 kur û neviyên serokê Hamasê Îsmaîl Heniyye kust
PeyamaKurd – Îsraîlê li rojavayê Xezzayê ereba ku ji kampa penaberan ya bi navê Eş-Şati derdiket, ji xwe re kir hedef û ji hewa de lê xist. Di encamê de hat fêmkirin ku kesên di erebê de bûn, 3 kur û neviyên serokê Hamasê Îsmaîl Henniye bûn e.
Zarok û neviyên Henniye diçûn seredana mirovên xwe da cejna wan ya Remezanê pîroz bikin. Kesên di erebê de bûn ên hatine kuştin û ên birîndar bûne kes saxlem nefilitiye.
Zarokên Henniye yên jiyana xwe ji dest dane Hazim, Emir û Muhammed bûn e.
Henniye piştî bûyerê ragihand ku wê kuştina zarok û neviyên wî bandorê li hevdîtinên bi Îsraîlê re neke.
Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fidan di rêya telefonê de sersaxiyê da serokê Hamasê Îsmaîl Heniyye.