TR KU SO
FB X
Cîhan

Îsraîlê, Îran bi pistgirîkirina terorê tawanbar kir!

Ruken güler
Nivîskar
📅 03 nîsan 2023 01:30

PeyamaKurd- Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, bêyî ku bi awayekî eşkere êrîşa li Suriyeyê bi nav bike ku di encamê de 2 efserên Supaya Pasdaran a Îranê hatin kuştin, got ku "Em berdêlên giran bi dewletên ku li derveyî sînorên Îsraîlê piştgiriya terorê dikin, didin dayîn.”

Benjamin Netanyahu, di vekirina civîna kabîneya xwe ya heftane de axivî û got ku gengeşiya navxweyî ya ku ji ber rêkeftina dadwerî ya nakokî derketiye, hêz û şiyana Îsraîlê li her demê û li ku derê bikeve tevgerê li dijî dijmin têk nade.

Netanyahu bêyî ku amaje bi êrîşa ku tê îdiakirin Îsraîlê li Suriyeyê kiriye û 2 efserên Supaya Pasdaran a Îranê hatin kuştin, wiha got :

"Em berdêlên giran bi dewletên ku li derveyî sînorên Îsraîlê piştgiriya terorê dikin, didin dayîn.”

Netanyahu diyar kir ku di rêziknameya dadî ya ku ji ber bertekên li Îsraîlê hat taloqkirin de "ji bo lihevkirinê di pêvajoya diyalogê de ne û Cejina Derbasbûnê ya Cihûyan a ku wê di demeke nêz de dest pê bike, pîroz kir.

Parve bike: