TR KU SO
FB X
Cîhan

Îsraîlê ji ber metirsiya vîrusa korona destûr neda balafira rêwiyan

Admin H
Nivîskar
📅 23 sibat 2020 22:41

PeyamaKurd- Rêveberiya Îsraîlê bi sedema metirsî û belavbûna vîrusa koronayê nehişt balafira rêwiyan a 200 kes tê de ku ji Koreya Başûr hatibû, bikeve Balafirxaneya Tel Ewîwê.

Rêveberiya Îsraîlê wekî sedema nehiştina ketina balafirxaneyê ya Balafira Koreya Başûr jî belavbûna vîrusa koronayê nîşan de. Herwiha medya îsraîlî ragihand ku 12 hemwelatiyên Îsraîlê ji nav wê balafirê hatine derxistin û bi ambulansan ew şandine malên wan.

Wezareta Tenduristiya Îsraîlê pêr ragihandibû ku li welatê wan li ser du kesan vîrusa koronayê hatiye tesbît kirin.

Heta niha vîrusa koronayê piştî Çînê li 30 welatan zêdetir belav bûye û li gorî amarên ne piştrastkirî 2 hezar û 362 kes ji wê nexweşînê mirine.

Parve bike: