TR KU SO
FB X
Cîhan

Îsraîlê koordînatorê pêwendiyên Hemas û Hizbullahê kust

Mustafa Turan
Nivîskar
📅 21 rêbendan 2024 22:10

PeyamaKurd - Îsraîlê li bajarokê El-Bazûriye yê li rojhilatê bajarê Sûrê yê Libnanê, bi frokeyeke bêmirov êrîşek pêk anî. Di encama êrîşê de tevî koordînatorê pêwendiyên qadên şer ê Hemas û Hizbullahê 4 kes mirin.

Êrîşa ku li El-Bazûriye ya bajarê Sekreterê Giştî yê Hîzbullahê Hesen Nasrallah, li dijî trimpêleke sivîlan pêk hat de, di destpêkê de 2 kes mirin, lê belê piştî çend demjimêran, hate ragihandin ku hejmar gihîştiye 4an.

Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Lubnanê (NNA), di derbarê nasnameya kesên ku hatine armanckirin de ragihand ku ji ber meytên wan ziyaneke mezin dîtine, ji bilî endamê Hizbullahê yê koordînatorê pêwendiyên qadên şer ê Hemas û Hizbullahê, nasnameya her sê kesên din nehatiye destnîşankirin.

Jêderên herêmî ragihandin ku firokeyên bêmirov ên Îsraîlê 3 mûşek avêtin ku 2 ji wan trimpêk kirine armanc û di encama êrişê de çend welatiyên Lubnanî yên sivîl ên di wir re derbas dibûn jî bi sivikî birîndar bûn.

Şeva borî jî Hizbullahê ragihand ku Mucahîd Elî Mihemed Hedracê ku yek ji payebilindê rêxistinê ye, li ser rêya Qudsê hatiye kuştin.

Reuters jî di nûçya xwe ya spartiye jêderên ewlehiyê yên Libnanê de ragihand ku di êrîşê de yek jê Mihemed Baqir Diyab,du serkirdeyên Hamasê hatine kuştin. 

Parve bike: