Îsraîlê spasiya Tump kir: Biryareke wêrek û girîng
PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu, ji ber destpêkirina merheleya duyem ya ambargoyên Amerîka li ser Îranê spasiya Serok Trump kir.
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu di civîna grûpa partiya xwe Likudê de axivî û ragihand ku bi minasebeta destpêkirina merheleya duyem ya ambargoyên Amerîka li ser Îranê ew spasiya Serok Trump dike.
Netanyahu ji ber destpêkirina pakêta duyem ya mueyîdeyên Amerîka li ser Îranê îro wek ‘rojeke dîrokî' binav kir û wiha got: “ Ji ber biryara wêrek û girîng ez dixwazim careke din spasiya Serokê Amerîkayê Donald Trump bikim. Ez wa difikirim ku ev biryar dê ji bilî îstîkrar û aştî yê ewlehiyê jî bi xwe re bîne.
Ji aliyekî din Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê Avigdor Liberman li ser hesabê yê Twitterê peyamek belav kir, Liberman di peyama xwe de ji ber destpêkirina ambargoya li ser Îranê spasiya Trump kir û ragihand: “Amerîka bi yek bizavê darbeyeke mezin li Îranê xist û li Sûriyê, Lubnanê, Xezzeyê, Iraq, û Yemenê pêşiya wê girt. Serok Trump te cardin kir.”