Cîhan
Îsraîlê Xezzayê bombebaran kir
Îsraîl Xezzayê bombebaran kir û di encamê de 2 Fîlîstînî hatin kuştin. Ragihandin ji aliyê berdevkê wezareta Tenduristiyê ya Xezzayê, ji aliyê Eşref El Qudra ve hat kirin.
Balafir û topvanên Îsraîlê êrîş birin ser taxa Selamê ya bi ser bajarê Refahê. Di êrîşê de Salim Sabah (17) û Abdullah Ebu Şeyxa (17) hatine kuştin û termên wan birine nexweşxanê.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku li Xazzeyê li 6 hedefên terorê xistine. Di nava wan de li taxa Zeytûnê tuneleka ku ber bi Îsraîlê de tê avakirin heye. Her weha fabrîkeyeka ku li taxa Xan Yûnisê ya sîlihan çêdike û bargeheka leşkerî heye.