TR KU SO
FB X
Cîhan

Îstîxbarata Rusyayê: Ew suîkast, ji aliyê Ukraynayê ve hat kirin

Ruken güler
Nivîskar
📅 13 nîsan 2023 19:30

PeyamaKurd- Serwîsa Ewlekariya Federal a Rusyayê (FSB) ragihand ku teqîna St. Petersburgê ya 2yê Nîsanê, ji aliyê îstixbarata Ukraynayê ve hatibû organîzekirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku di teqînê de Fomin hatiye hedefgirtin û wiha hat gotin: “Ev çalakiya terorîstî ye ku ji aliyê servîsên taybet û îstîxbaratê ve hatiye organîzekirin. Di nav wan de muxalifên Rus jî hene ku reviyane derve. Kuştina Fomin ji aliyê Darya Trepova û endamê komeke terorîst a sabotajê ya Ukraynayê, Yuriy Denisov di sala 1987an de ji dayik bû, hat organîzekirin. Denisov Figurê bi teqemeniyan bi kargoyê şand Trepovayê.

Di çarçoveya lêpirsînê de gumanbar Darya Trepova di 3yê Nîsanê de hatibû binçavkirin û li xwe mikur hat ku fîgurê ku tê de teqemenî tê de ye haniye qehwexaneyê. Dadgeha Herêmî ya Basmanny a Moskowê biryar dabû ku Trepova heta 2yê Hezîranê di girtîgehê de bimîne.

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov diyar kiribû ku teqîn "çalakiyeke terorîstî" ye û got, "Agahî hene ku îstîxbarata Ukraynayê di plansaziya vê çalakiya terorê de cih girtiye."

Parve bike: