TR KU SO
FB X
Cîhan

Îtalya: 651 mirî û 5,560 tûsbûyên nû hatin tomarkirin

Admin H
Nivîskar
📅 23 adar 2020 01:40

PeyamaKurd – Li gorî amarên dawî yên mirî û tûşbûyên vîrusa korona Covid-19 ku li 189 welatan belav bûye, hejmara kesên bi wê nexweşîyê can dane li seranser dinyayê gihîşt 14 hezar 436 kesan.

Welatê ku herî zêde mirî û tûşbûyên wê roj bi roj bi hejmarên mezin zêde dibe Îtalyayê jî amarên 24ê saetên dawî ragihand.

Îtalyayê îro 22yê Adarê 5,560 tûşbûyên nû, 651 mirî û bi giştî 59 hezar û 138 tûşbûyên covid-19 ragihand. Tenê li herêma Lombardiyayê 360 kesan di rojekê de ji vîrusa korona can da.

Parve bike: