Îtalya peymana parastinê ya bi Îsraîlê re rawestand
PeyamaKurd - Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni ragihand ku wan nûkirina otomatîk a peymana hevkariya parastinê ya bi Îsraîlê re sekinan dine .Ev peymana ku ji sala 2006’an ve di meriyetê de bû, qadên wekî pîşesaziya parastinê, perwerdehiya leşkerî û lêkolîn-pêşkeftinê (Ar-Ge) dihewand. Meloni diyar kir ku ji ber şert û mercên heyî û aloziyên li herêmê, berdewamkirina vê peymanê ji aliyê siyasî ve êdî ne gengaz e.
Sedema sereke ya sarbûna têkiliyan, êrîşa hêzên Îsraîlê ya li ser konvoya leşkerên Îtalyayê yên di nav Hêzên Aştiyê yên Neteweyên Yekbûyî (UNIFIL) de li Libnanê ye. Di heman demê de, Meloni nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên Serokê DYA’yê Donald Trump ên li ser Papa 14. Leo da û piştgiriya xwe ji bo Papa anî ziman. Serokwezîrê Îtalyayê her wiha hişyarî da ku krîza enerjiyê û kêmbûna gubre û sotemeniyê dikare bibe sedema karesateke aborî ya gerdûnî, loma divê Ewropa li hemberî van metirsiyan baldar be.