Cîhan
Îtalya qedexeya firotina çekan ji ser Îmaratê rakir
PeyamaKurd – Îtalya ji sala 2021an de ye ku qedexeyê danî bû ser îxracata çekan da nefroşe Îmaratan. Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni civîna encumena wezîran ya Îtalyayê kir û ji serokwezîrtiya Îtalyayê daxwuyaniyekî da.
Di daxwuyaniyê de hat gotin ji ber ku angajmana Îmaratan li Yemenê rabûye û di rapora wezareta karên derve û komîta karên derve de hatiye ragihandin, qedexeya ser Îmaratan ya çekan rakiriye.
Îtalya bi sedema ku Îmarat di şerê Yemenê de cîh girtiye qedexeyê danîbû ser Îramatê.