TR KU SO
FB X
Cîhan

Îtalyayê hêzên xwe ji Efxanistanê vekisand

Admin L
Nivîskar
📅 02 tîrmeh 2021 15:30

PeyamaKurd – Hêzên Îtalî yên ku di çarçoveya erkên NATO de, li parêzgeha Heratê ya li rojavayê Efxanistanê hatibûn bicihkirin hatin vekişandin.

Îtalyayê 900 leşker, 148 barhilgirên leşkerî û 8 balafirên cengî di çarçoveya karên NATOyê de li Efxanistanê bi cih kiribûn vekişand.

Di dema 20 salên derbasbûyî de, 53 leşkerên Îtalya, li Efxanistanê hatine kuştin û 732 leşkerên din jî birîndar bûne. Lê roja 30î Hezîrana 2021ê hemû hêzên xwe vekişandin û binkeyên  serbazî radestî hêzên ewlekariya Efxanistanê kirin.

Parêzgarê Heratê Sebûr Xane diyar dike: “Êdî hêzên biyanî li vir nînin. Hêzên emnî yên Efxanistanê hêza mîsogerkirina seqamgîriyê heye.  Li vi li navçeya rojava, bi taybet jî li Hîrat, hêzên ewlekariyê yên Efxanistanê hemû erk girtine stûyê xwe û tevgerên Talîbanê rawestandine.

Parve bike: