TR KU SO
FB X
Cîhan

Îtiraza HDPê car din hat redkirin

Admin H
Nivîskar
📅 30 nîsan 2019 21:08

PeyamaKurd – Îtiraza HDPê ya bo Saziya Bilind a Hilbijartinê (YSK) ku daxwaz kiribû, kesên bi Biryarnameyên Hikmê Qanûnê (KHK) ji kar hatine avêtin bikarin di encamên hilbijartinan de bibin şaredar cara duyem hat redkirin.

YSKê bi hinceta KHKyî ne mazbete nedabûn hejmarek şaredariyên ku HDPê di hilbijartinan de qezenc kiribûn û mafê seroktiya wan şaredariyan bo kesên duyem ên binketiyên hilbijartinê hatibû dayîn.

YSKê di biryara xwe ya dawî de ragihand ku biryara berê ya li ser îtiraza HDPê teqezî ye û nayê guhertin. Lewma jî îtiraza derasayî ya duyem red kir.

Parve bike: