TR KU SO
FB X
Cîhan

IYI Parti yekem care namzetiya Kiliçdaroglu qebûl dike

Admin M
Nivîskar
📅 08 rêbendan 2023 04:30

PeyamaKurd – İYİ Partî cara yekeme ku di babeta namzediya Kemal Kılıçdaroğlu ya serokkomariyê Tirkiyê bi erênî qebûl dike. Wekîlê grûba İYİ partiyê yê parlementoyê Erhan Usta tevî bernama tv yekî bû û li ser pirsa spîker weha got:

“Ez bi germî li namzediya ji bo serokomariyê li Kemal Kılıçdaroğlu dinêrim. Kemal Beg bi tecrubeye û zanaye. Ez weka şexs bi erênî li mijarê dinêrim. Lê weka partî, serokên partiyan dizanin wê kî bikin namzed. Îttîfaqa Cumhur wê di parlementoyê de piraniyê wenda bike. Ez difikirim ku em ê di parlementoyê de piraniya parlementeran bidest bixin.”

Heya niha ti partiyekî masa 6 qolî behsa namzediya Kılıçdaroğlu bi erênî nekiriye.

Parve bike: