Jake Sullivan: Sedema ketina Kabîlê ji têkçûna artêsa Afxanistanê ye
PeyamaKurd – Şêwirmendê netewî yê Amerîkayê Jake Sullivan tevlî bernameya televîzyonên Amerîkayê yên ABC û NBC yê bû û di mijara ku payîtexta Afxanistanê ketiye destê Talîbanê de got; sedem têkçûna artêşa Afxanistanê ye û bi ser neketiye.
Sullivan balê kişand ser gotinên serokê Amerîkayê Joe Biden ku gotibû bo Afxanistanê di nav 20 salan de bi miyar dolarana pere serfkirine û naxwazin deh salên din jî li Afxanistanê şer bikin û bawer kiriye ku artêşa Afxanistanê dikare berevaniya welatê xwe bike. Sullivan got ku nikaribûne îradê bidin artêşa Afxanistanê û di encamê de artêş biryarê da ku li Kabîlê şer nekin.
Sullivan got ku Biden di nav tercîha herî xerab de maye û dema artêşa Afxanistanê bo şer amade nebûya, dê Amerîka mecbûr bima ku leşkerên xwe di nava welat de bixe şer û Biden bê di destê wî de be, di nav tercîhên xerab de, di zorê de maye. Sullivan got ku bûyerên li Kabîlê dibin, dilê mirov diêşînin lê Biden li pişt biryara xwe ye.