James Jeffrey di tunekirina DAISê de rola Pesmerga pire
PeyamaKurd - Şêwirmendê Encumenê Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel Nûnerê Serokê Amerîkayê Donald Trump yê Hevpeymaniya Navdewletî James Jeffrey civiya.
Şêwirmendê Encumenê Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çaçoveya hevdîtinên roja duyêm yên Konferansa Asayîşa Munihê ligel Nûnerê Serokê Amerîkayê Donald Trump yê Hevpeymaniya Navdewletî James Jeffrey civiya.
Nûnerê Serokê Amerîkayê Hevpeymaniya Navdewletî James Jeffrey di tunekirina DAİŞê de rola Peşmerga pire qehremanîyek mezin pêk anîne.
Jeffey her wiha dubare kir û got hîn DAİŞ xelas nebûye tehdita wa berdewame.
Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoya hevdîtinên li Munichê îro li Nûnerê Karûbarên Neteweyên Yekgirtî yê Karûbarê Sûriyê, Wezîrê Derve Îranê, Wezîrê Bergiriya Tirkiyê, Wezîrê Bergiriya Brîtanyayê, Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê yê Karûbarên Îran û Iraqê Andrew Pike re civiybû.
Herwiha wê civînên Mesrûr Barzanî berdewam bikin. Tê çaverêkirin Mesrûr Barzanî berpirsên Almanya, Îmarat û welatên din bicive.