Cîhan
Japonya: Amerîka jî di nav menzîla mosekê de ye!
PeyamaKurd- Wezîrê Berevaniya Japonyayê Hamada Yasukazu, li ser ceribandinên Koreya Bakur a moşekan, nirxandinên nû kirin. Wezîrê Japon da zanîn ku Amerîka jî di menzîla moşeka Koreya Bakur de ye.
Hamada Yasukazu, piştî ceribandina moşeka balîstîka a Koreya Bakur ku vê sibehê firand, daxuyaniyek da û ragihand ku di berê asayî ya moşekê de dibe ku moşek 15 hezar kîlometir biçe û bigihîje Amerîkayê.
Yasukazu da zanîn ku li gorî daneyên destpêkê, moşek herî zêde di 6000 kîlometiran de nêzîkî 1000 kîlometir difire ango berê wê berjor e.
Li ser vê moşeka ku hatibû firandin jî hat diyarkirin ku moşek nêzîkî 69 xulekan li asîmên maye û ketiye herêma munhasir a aboriyê ya Japonyayê ku li girava Oshima-Oshima ya başûrê okkaidoyê dikeve.