TR KU SO
FB X
Cîhan

Jeffrey dibêje ku 700 hezar koçber ber bi Tirkiyê de diçin

Admin M
Nivîskar
📅 31 rêbendan 2020 01:36

PeyamaKurd- Nûnerê Amerîkayê bo Sûriyê taybet James Jeffrey ragihand ku hêzên hewayî yên rejîma Sûriyê û balafirên şer yên Rûsyayê di van 3 rojên dawiyê de, li Idlibê 200 êrîşên hewayî pêkanîne. Jeffrey dibêje ku li bakûrê rojavayê Sûriyê li dora 700 hezar kes ji cîh û warên xwe hatine kirin û ber bi Tirkiyê de diçin. Dibe ku ev bûyer bibe sedema krîzeka navdewletî.

James Jeffrey li Brukselê di brîfîngekî de axifî û got eger rejîma Esed car din çekên kîmyewî bikarbîne, hemû bijarteyên wan li ortê ne û weka berê çawa kirin, wê karibin mudaxeleyekî leşkerî bikin.

Parve bike: