TR KU SO
FB X
Cîhan

Jeffrey serdana Tirkiyê dike: Koma Xebatê tê avakirin

Admin S
Nivîskar
📅 05 berfanbar 2018 15:21

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku dê Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Sûriyê James Jeffrey di navbera 5-14ê Kanûnê de serdana welatên Tirkiye û Urdinê bike.

Hat zanîn dê Jeffrey taybet li ser rewşa Sûriyê vê serdanê bike û dê li Tirkiyê di navbera Amerîka-Tirkiye de “Koma Xebatê ya Asta Bilind bo Sûriyê” were avakirin.

Hat diyarkirin ku dê di serdanên Tirkiye û Urdinê de, Misteşarê Wezareta Derve ya Amerîkayê Joel Rayburn jî ligel Jeffrey di hevdîtinan de cî bigire.

Tê çaverêkirin, Jeffrey danûstandinan ji bo lezdana proseya siyasî ya biryara 2254 a Neteweyên Yekbûyî (NY) pêk bîne û herwiha bi karmendên Amerîkayê yên di siyaseta Sûriyê de cî digirin re jî bicive.

Li gor zanyariyan dê mijarên nexşerêya Minbicê û hevkariya leşkerî ya Amerîkayê bi YPG-HSDê re jî di rojeva hevdîtinan de be.

Parve bike: