TR KU SO
FB X
Cîhan

Ji 194 welatan biryara lêpirsîneke gistî bo WHOyê

Admin H
Nivîskar
📅 19 gulan 2020 20:33

PeyamaKurd - 194 welatên cîhanê biryar dan ku li ser serxwebûn û bêalîbûna Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) lêpirsîn were destpêkirin.

Hat ragihandin ku Amerîka û Çîn jî di nav de 194 welatên endamên Neteweyên Yekbûyî (NY) biryara lêpirsîna Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) dan.

Welatên endamên NY biryar dan ku di demeke kin de bi awayekî serbixwe û bê alî bi her awayî WHO bê lêpirsînkirin. 

Hat diyar kirin ku ji bo li tevahiya cîhanê tedbîr û amadekariyên li dijî şewba vîrusa koronayê bên standin û tedbîr bên zedekirin biryara lêpirsîna WHO hatiye dayîn.

Di nav welatên pişikdarê biryara lêpirsînê de balkêşe ku welatê Çînê yê jêdera vîrusa korona ku tê tawanbarkirin jî heye.

Hêjayî gotinê ye, di serî de Amerîka û hejmarek welatên din WHOyê bi tundî rexne dikin ku di dema pandemiya koronayê de erka xwe bicih neanîye, di biryarên xwe de dereng maye û di bin bandora Çînê de maye. 

Parve bike: