TR KU SO
FB X
Cîhan

Ji Almanya daxuyaniya lêgerîna kestiya Tirk: Tirkiyê heta 4 saetan îtiraz nekir!

Admin H
Nivîskar
📅 23 mijdar 2020 23:11

PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Almanyayê li ser rawestandin û lêgerîna nav keştiya Tirk a bi navê Roseline-A ku li Rojhilatê Derya Spî ber bi peravên Libyayê ve diçû daxuyanî da.

Berdevka Wezareta Berevaniyê Christian Thiels, li Berlînê bi civîneke rojnamevanî ragihand ku keştiya tirk bi tohmeta veguhestina çekan û şikandina ambargoya şandina çekan bo Libyayê hatiye rawestandin û got, piştî rawestandina keştiyê bi çar saetan jî ji Tirkiyê îtiraz nehatiye lewma jî lêgerînê berdewam kiriye.

Berdevka wezaretê da zanîn ku di lêgerînê de ti alavên qedexe û bi tohmet nehatine dîtin û piştî ji Tirkiyê îtiraz hatiye jî lêgerîn hatiye bidawîkirin.

Hêjayî gotinê ye, Tirkiyê piştî lêgerîna nav keştiyê berteka tund bo Almanyayê nîşan dabû.

Parve bike: