Cîhan
Ji Amerîkayê dorpêçên nû bo Îranê
PeyamaKurd – Wezareta Darayî ya Amerîkayê ragihand ku wan dorpêçên nû li ser Îranê sepandine.
Di daxuyaniya wezaretê de hat gotin ku Amerîkayê dest bi dorpêçên nû li ser kompaniya herî mezin a Petrokîmyaya Îranê (PGPIC) ku 39 dezgehên girêdayî hene dane destpêkirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku mebesta van dorpêçan qutkirina fînansa petrokîmyeya Îranê ya bo Sûpaya Pasdarên Îranê ye.
Kompaniya PGPIC (Sanayîya Petrokîmya ya Kendava Îranê) rêjeya sedî 40 a berhemanîna petrokîmyeya Îranê û sedî 50î jî ya hinardekirina petrokîmyeya bo derve li xwe digire.