Ji Amerîkayê, li dijî Tirkiyê gaveke dî jî!
PeyamaKurd- Li Amerîkayê 6 wekîlên partiyên Komarparêz û Demokratan xwestin ku dorpêça aborî li ser Tirkiyê were berfirehkirin. Van 6 wekîlan gotin ku heta Tirkiyê hemwelatiyên Amerîkayê yên bêsûc bernede, divê nikaribe ku ji saziyên malî yên navnetewî pereyan deyn bike. Ji vir pê de ji xeynî armancên insanî, divê tu sazî ji Tirkiyê re krediyê venekin.
Keşeyê Amerîkî yê bi navê Andrew Craig Brunson bi sûcdarkirina endamtiya FETOyê, li Tirkiyê hatibû girtin. Ev demeke dirêj e ku Brunson li Tirkiyê di girtîgehê de ye. Berî niha bi çend rojan celse hebû û dadgehê dîsa biryara texliyekirina Brunson neda.
Piştî van geşedanan Serokê Amerîkayê Donald Trump jî li ser hesabê xwe yê twitterê mesajek weşandibû û gotibû ku divê Brunson were berdan. Lewra ew kesekî bêsûc e, divê Erdogan ji bo wî tiştekî bike.