Cîhan
Ji ber grevê nexwes nikarin ambûlansan peyda bikin
PeyamaKurd – Li Îngîltere ji ber xebatkarên ambûlansan mehaneya wan kême û şertên wan yên xebatê xerabin, dest bi grevê kirin lê nexweş jî nikarin ambûlansan peyda bikin.
Li Îngîltere ne tenê xebatkarên ambûlansan lê hemşîre, xebatkarên rêya hesin û mamoste tevlî grevê dibin û her diçe grev mezintir dibe. Tê gotin ku ji xwe di jimara xebatkatrên tenduristiyê de kêmasî heye û pêdivî bi xebatkaran heye.
Hemşîreyên ku ji şertên jiyanê û xebatê razî nînin wê di 6 ê sibatê de tevlî grevê bibin. Di 1 ê sibatê de jî sed hezar mamosteyên Îngîltere wê ji bo hefteyekî grevê bikin.