TR KU SO
FB X
Cîhan

Ji ber propaganda PKKê kirine 2 kesan sandin zîndanê

Admin M
Nivîskar
📅 19 adar 2024 00:39

PeyamaKurd – Rêvebiriya asayîşa Îstenbolê bi sedema di xwepêşandanê de postêrê Serokê PKKê rakirine 5 kesan xistibûn bin çav. Piştî îfadên wan girtin wan derxistin ber dadgehê.

Dadgehê 3 kesan bi şertê kontrola edlî serbest berda û 2 kesan bi biryara girtinê şand zîndanê. Tewana hêzên asayîşê û dadgehê ewe ku di 17ê meha Adarê de li meydana Yenikapıyê di dema pîrozkirina Newrozê de posterê Abdullah Öcalan bilind kirine û ji ser hesabê wan yê Twitterê de hatiye tesbîtkirin.

Parve bike: