Cîhan
Ji ber teqîna bendavekê 42 kes mirin
PeyamaKurd – Li welatê Kenyayê ji ber teqîna bendavekê herî kêm 42 kesan can da.
Hate ragihandin ku li paytexta Kenyayê Naîrobiyê bendavek teqiya û herî kêm 42 kesan jiyana xwe ji dest daye. Parêzgar Bajar Sûsan Kîhîkî ji AFP'ê daye xuyakirin: “Heta niha 42 kesan jiyana xwe ji dest dane. Hin kesên din hene ku di nava heriyê de mane û em hewl didin bibînin.”
Bendava ku teqiyaye 100 kîlometreyî li bakurê rojavayê Naîrobiyê dikeve û li nêzî bajarokê Maî-Mahîû yê li Geliyê Rîftê ye. Herwiha hatiye diyarkirin ku ji ber teqîna bendavê mal û rê di binê avê de mane.
Rayedarên Kenyayê roja îna ragihandibûn ku ji meha adarê ve di lehiyan de jî 76 kesan jiyana xwe ji dest daye.